Eingang: Dienstgebäude: Bus / Straßenbahn: Sprechzeiten: Bankverbindungen:
An der Weide 50 An der Weide 50 Haltestelle montags bis freitags Deutsche Bundesbank
28195 Bremen Hauptbahnhof von 9:00 - 14:00 Uhr IBAN: DE 16 2500 0000 0025 0015 30 Sparkasse Bremen
IBAN: DE 73 2905 0101 0001 0906 53
Senatora ji bo Zarok û Perwerdehiyê Freie
Hansestadt Bremen
Die Senatorin für Kinder und Bildung · Rembertiring 8-12 · 28195 Bremen
Ji bo
Dêûbavan ango Peywirdarên Lênêrîna Zarokan
Auskunft erteilt Helena Justa Zimmer 411 Tel. 0421 361-12604 Fax 0421 496-12604 E-Mail:
helena.justa@
kinder.bremen.de Mein Zeichen
(bitte bei Antwort angeben) 30-1
Bremen, 26.04.2021
Stî û mîrzayên rêzdar,
dêûbavên hêja ango peywirdarên lênêrîna zarokan,
li tevahiya Almanyayê „Notbremse“ ango Frêna Acîl dikeve meriyetê. Bandora vê yekê li ser lênêrîna zarokên we yên li Bremenê jî çêdibe.
Li bajarê Bremenê nirxê bûyeran ji Sêşema borî ve ji 165an derbas bûye.
Ev tê wateya ku: Piştî roja Dûşemê, 26.04.2021, ji bo tevahiya hêlînên zarokan (bajarê Bremenê) lênêrîna acîl derbas dibe.
Wateya lênêrîna acîl ev e, ku
di her komê de herî zêde 10 zarok dikarin hazir bin û
xizmeta lênêrînê ya rojane dikare tenê ji bo zarokên xwedî pêdiviyeke taybet were pêşkêşkirin. Çarçoweya xizmeta lênêrînê ya asayî dibe ku were dorbisînorkirin.
Ev yek – di serî de – ji bo van kesan derbas dibe:
o zarokên, ku pêdiviya wan bi parastineke taybet heye li gorî (§ 8a SGB VIII), o bûyerên dijwar
o dê yan jî bavên tenê yên dixebitin, ku nikarin karê xwe Home-Office bikin.
o dêûbav/peywirdarên-lênêrîna-zarokan, ku her du jî dixebitin û nikarin karê xwe Home-Office bikin.
Divê hûn wekî dêûbav ango peywirdarên lênêrîna zarokan pela xweaşkerakirinê radestî hêlîna xwe ya zarokan bikin.
Hûn vê pelê ji rêveberiya hêlîna xwe ya zarokan digirin.
Zarokên, ku ji derfeta lênêrîna acîl a dibistanê sûdê digirin, di heman demî xwedî mafê lênêrîna piştdibistanê ne jî.
Seite 2 von 2 Divê tevahiya zarokên din jî di hefteyê de herî kêm rojekê yan jî di du hefteyan de du rojan bi- karibin werin hêlîna zarokan. Hûn ê ji rêveberiya hêlîna xwe a zarokan agahiyê bigirin, ka za- rokê/a we kengê dikare were.
Û “hesabê” ji bo sazkirina lênêrîna zarokan a danê rojê wisa çêdibe:
Gava herî kêm di 3 rojên li pey hev de nirxê bûyeran ji 165an derbas bibe, hingê du roj paşê tenê xizmeta lênêrîna zarokan a acîl dikare were pêşkêşkirin. Gava nirxê bûyeran di 5 rojanên li pey hev de di binê 165an de be, hingê du roj paşê lênêrîna zarokan a acîl dîsa radibe.
Mînak:
rojên Sêşem, Çarşem, Pêncşemê nirxê bûyeran li ser 165an re ye, hingê piştî roja Şemiyê (ango Duşema pêş) lênêrîna acîl pêk tê.
Lê gava rojên Çarşem, Pêncşem, În, Şemî, Yekşemê nirxê bûyeran di bin 165an de be, hingê Sêşema pêş lênêrîna acîl dîsa radibe.
Haya min jê heye, ku ev guherîna nû ya di xizmeta lênêrîna acîl de ji bo we, wekî peywirdarên lênêrîna zarokan, zehmetiyên mezin pêk tîne û ev yek jî bi awayekî demkurtî çêbûye. Lê belê Welatên Federal û parêzgeh mecbûr in, ku van „rêbazên lîstikê“ yên ji bo tevahiya federasyonê wekhev in û ji bo parastina ji enfeksiyonan in, di demên diyarkirî de bi cî bînin.
Li gel silavên germ, Peywirdar
Thomas Jablonski -Rêvebirê Daîreyê-